Hevserokên HDPê beyanameya çareseriya pirsa Kurd ragihand

Partiya Demokratîka Gelan (HDP), beyanameya Çareseriya Pirsa Kurdî di Parlamena Tirkiyê de ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li parlamentoya Tirkiyê bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ji aliyê HDPê ve bangawazî hat kirin. Hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan bi navê "çareseriya Pirsgirêka Kurd û Pêkanîna Aştiyê" deklerasyonek belavkirin û hem ji desthilatê û hem jî ji aliyên opozîsyonê daxwazkirin ku bo çareserkirina vê meseleyê li hev bicivin û vê pirsgirêkê li parlamentoya Tirkiyê, li Enqerê çareser bikin.

Li parlamentoya Tirkiyê hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li ser meseleya çareserkirina pirsgirêka Kurd daxuyaniyek belavkirin û bo safîkirina vê meselê bangazî li hemû aliyên siyasî û civakî kirin. Hevserokan di bangazwaziya xwe de balkişandin ser yekitiya gel û girîngiya muxalefeta civak û siyasetê ya di vê derbarê de.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar got: "Di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de, barên gelekî mezin dikevin ser milê opozîsyona siyasî û civakî. Ji ber ku ev pirsgirêk gelekî ciddî û girîng e em nikarin vê yekê tenê bi hêviya desthilatê ve bihêlin û xwe teslîmî wicdana wan bikin. Em, derbarê çareserkirina vê pirsgirêkê de daxwuyaniyên partiyên muxalîf yên li parlamentoyê û yên derveyî parlamentoyê gelekî girîng dibînin. Bêgûman derbarê çareserkirina vê meseleyê de axaftin û destnîşankirina helwestekê gelekî bi qîmet e."

Hevserokan diyar kirin; ligel ku îro li Tirkiyê derbarê aşitiyê de axaftin jî hatiye qedexekirin lê çareseriya demokratîk û aştî ji hemû deman zêdetir niha xwe li vî welatî ferz kiriye. Herwiha hevserokan dan zanîn; berdewama vê pirsgrêkê di warê aborî û siyasî de jî karîgeriyên nerênî li Tirkiyê dike, ji loma divê ev mesele tekez li parlamentoya Tirkiyê were çareserkirin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan got: "Ev pirsgirêk bi esasî pirsgirêka me bi xwe ye û divê li vî welatî û li ser vê axê dîsa çareserî jê re were peydakirin. Ji ber wê em dibêjin; divê ev mesele, ne li paytextên welatên din li paytexta vî welatî anku li Enqerê bê çareserkirin. Ji loma îro em ji parlementoya Tirkiyê bo hemû aliyên ku dixwazin vê mijarê çareser bikin dibêjin: Li ser vê meselê em hemû xwedî berpirsiyarî ne, tu kesî nikare ji vê berpirsiyariyê bi reve. Îro kêr gihiştiye hestî. Çareseriya demokratîk û aşitî bi hemû hêz û pêwistiya xwe, xwe li me ferz dike."

Hevserokên HDPê di berdewama daxwuyaniya xwe de amaje kirin; Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd çareserkirî û dawî li şer û pevçûnan anî, dê di qada navdewletî de jî bi hêztir rûne ser maseyan û di her warî de dê bibe yek ji welatên sereke ên li Rojhilata Navîn. Herwiha Hevserokan gotin; di siyasetê de şûna pevçûn û polîtîkayên cûdaxwaz divê bi dîyalog, aştî û danûstandinên demokratîk gav bêne avêtin da ku bi hev re komareke demokratîk bê ava kirin.