Li Tirkiyê 1572 kesên din jî bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 47 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 417 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 47 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 417 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 1ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1572 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 271 hezar û 705 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1003 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 245 hezar û 929 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Tiştê ku him hejmara nexweşên me kêm bike û him jî bi dawî bike, pabendbûna tedbîran e. Hejmara nexweşên me yên aktîv zêde dibe. Eger em pabendî tedbîran bibin, emê bi ser bikevin. Hêz di tedbîrê de ye.”

 

Î.A