Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê gefê li Yewnanistanê dixwe
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê derbarê aloziyên di navbera welatê wî û Yewnanistanê de gefê dixwe û dibêje: "Em yek tozek mafê xwe bernadin ."
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê derbarê aloziyên di navbera welatê wî û Yewnanistanê de gefê dixwe û dibêje: “Em yek tozek mafê xwe bernadin û ev nayê qebûlkirin.” Li ser rola Fransayê jî diyar kir: “Welatekî weke Fransayê ku welatekî dilniyaker nîne û di peymanê de jî nîne, nûnera Ewropayê jî nîne, bi çi mafî tê herêmê?”
Hulusi Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ligel fermandarên bilind ên artêşa Tirkiyê civiya û piştî civînê diyar kir: “Divê her kes baş bizane ku em tozek mafê xwe bernadin û çav lê nagirin. Bi hezaran kîlometre ji dûr ve hatine û xwe disepînin, rola ferişteyên parastinê dilîzin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Ewên ku hatine, çawa hatibin dê wisa jî biçin.”
Akar destnîşan kir: “Yewnanistan bi gotina ku Fransa û Yekîtiya Ewropayê piştgirî dikin, bi awayekî ne mentiqî û ne aqilî bangeşeya wê yekê dike ku li ser heq e. Heta eger hemû cîhan jî li xwe kom bike, kes nikare îdiayên we yên ne mentiqî bi me bide îsbatkirin. Kes nikare rastiyan biguherîne. Qibris doza me ya rewa ye. Weke çawa di 1974an de me mafê xwişk û birayên me li wê derê parast. Bi heman têgihiştinê, di sala 2020an de jî em mafên wan diparêzin.”
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê tekez kir ku Yewnanistanê berevajî peymana Lozanê, 16 giravan bi çek kirine û got: “Tevî hemû van tiştan jî Tirkiye ligel diyalogê ye. Lê belê tiştê zelal nîne ew e ku welatekî weke Fransayê ku welatekî dilniyaker nîne û di peymanê de jî nîne, nûnera Ewropayê jî nîne, bi çi mafî tê herêmê? Eger bi xwe hatibe û dibêje 'ez qehreman in', ew serdem çûye.”
Herwiha eşkere kir: “Divê welatên sêyem li ser geşedanên rojhilatê Deryaya Spî bi awayekî jîrane tevbigerin. Çimkî tenê bi vê şêwazê kêşe têne çareserkirin.”
Î.A