HDP: Divê hikûmet vegere ser proseya çareseriya pirsa Kurd

HDP: Pêdivî heye ev kêşeya 100 salî bi hevkariya Enqerê li dora planeke hevbeş biçe serî.

K24 – Stenbol

HDP bang li hikûmetê dike da ku careke din vegere ser proseya çareseriya kêşeya Kurd û dibêje; pêdivî heye ev kêşeya 100 salî bi hevkariya Enqerê li dora planeke hevbeş biçe serî. Lê hin siyasetmedarên di bin banê HDP de jî baweriya xwe bi desthilatê nayînin û dibêjin; 'em ji hikûmeta Tirkiyê bê hêvî ne ku kêşeya Kurd çareser bike!'

HDPê beriya 1ê Îlonê bang li hikûmeta Tirkiyê kir da ku kêşeya 100 salî ya Kurdan çareser bike û careke din li wê maseya muzakerayan vegere ya di serdema proseya çareseriyê de. Li gorî boçûna Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, ev kêşeya 100 salî divê li Enqerê bê çareserkirin, ne li paytextên welatên din. Lê hikûmetê heta niha ti bersivek nedaye û guhê xwe jî li vê banga HDPê girtiye. Siyasetmedarên Kurd di vê babetê de zêde bi hêvî nîn in.

Li gorî siyasetmedarê Kurd û Hevserokê Berê yê Şaredariya Wanê ku bi rêya qeyyûm ji ser karê xwe hate dûrxistin Mustafa Avci, ji bo ku kêşeya Kurd bê çareserkirin û desthilat guh bide HDPê, di serî de divê binhêşîn û zihniyeta xwe ya heyî ya li dij Kurdan biguherîne. Avci diyar dike, ew ji vê desthilatê ne bi hêvî ne, ku jinûve vegere proseyê û dest biavêje çareseriya kêşeya Kurd.

Mutafa Avci ji K24ê re got: "Hêviya herkesî ye ku hikûmet ji helwesta xwe yê niha vegere. Tiştekî nû wek salên 2013-14-15 ji bo çareseriya kêşeya Kurdan û bi vê ve jî girêdayî pirsgirêka demokrasiyê yanî bo çareseriyê, zihniyeta xwe biguherîne. Herkes vê yekê hêvî dike, lê baweriya me zêde pê tune. Baweriya me herî zêde bi tifaqa Kurdan ya navxweyî tê û tifaqa Kurdan û ya gelen ku dixwazin pirsgirêk çareser bibe. Hêviya me bi wan heye."

Li gorî siyasetmedarê Kurd û parlamenterê berê yê HDPê Ferhat Encû jî, armanca wan ew e ku bi van hewlên ku dixwazin rê li ber pêkhatina aştiyekê vekin hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li Tirkiyê. Ew dibêje, ji bo vê yekê jî, pêwîst e ew kesên berpirsiyar in destên xwe bixin binê kevir, çi li rexê Kurdan û çi jî li rexê dewleta Tirkiyê.

Ferhat Encû dibêje: "Daxwaza me ya di deklerasyonê de ew e ku hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyê aştiyekê pêk bînin. Ji bo aştiyekê jî divê gotinên şer ên di vê xakê de û siyaseta Tirkiyê de bêne fetisandin. Yanî kesên peywirdar û aştiyê pêk bînin, yên ku destên xwe bikin bin kevir de gerek ew esas bên girtin."

HDP' di banga xwe de dibêje; ew amadene ku her cure berpirsiyariyê wergirin ser milên xwe û wiha pê de diçe: aştî ne tenê rawestandina şer û pevçûnan e. Pêkanîna zemîna planeke hevkar û hevbeş e ji bo rawestandina çekan ku di heman demê de, pêdivî bi avêtina gavên hevşirîk heye ji bo çareseriya kêşeya Kurd ya sed salî. Eger em ji bo aştiyê bi hev re ne meşin em nikarin demokrasiye pêk bînin û azadiyan bi dest bixin. HDP di banga xwe de, perpirsiyariya aliyan bi bîr dixe û dibêje; bila bê zanîn ji bo çareseriya kêşeya Kurd amadene ku her cure berdêlê bidin.