Erdogan: Amade ne çavkaniyên deryaya Spî bi dadperwerî parve bikin

Serokomarê Tirkiyê radighîne, ew amade ne samanên deryaya Naverast bi dadperwerane dabeş bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê radighîne, ew amade ne samanên deryaya Naverast bi dadperwerane dabeş bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di merasima vekirina Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Suleyman Yalçın li Stenbol de, derbarê pirsgirêkên deryaya Naverast ragehand, ewê hemû sînaryo û pîlanên li deryaya naverast li dijî wan tên kirin, têk bidin.

Erdogan da zanîn jî, ew nexşeyên ku ne bi dilê wan bin jî, qebûl nakin. Yan dê ji zimanê siyasetê û diplomasî tê bigihin, an jî li ser erdê ezmûnên tehl dê bijîn û bibînin!

Herwiha Erdogan got, ew amade ne samanên deryaya Naverast bi awayekî dadperwerane dabeş bikin û got: “Li her derê, di her hevdîtin û her peyamê de em dibêjin bi şertê dadperweriyê, Tirkiye amade ye her cure parvekirinê bike."

Tirkiye li deryaya Naverast li jêderên enerjiyê digere û li wê derê du navçeyên qedexekirî ragihandiye, ji ber wê jî, di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de aloziyek mezin derketiye û Yûnanistan dibêje, Tirkiye sînorê wê yê deryayî binpê kiriye.

 

S. B