Li Tirkiyê êrîşên nijadperestiyê li dijî Kurdan zêde dibin

Di van demên dawî da li bajarên Tirkîyeyê êrîşên nîjadperestîyê yên li dijî karker, xebatkar û ciwanên Kurd zêdetir dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Sakaryaya Tirkiyeyê di 4ê Îlonê da, li dijî malbatekê Kurd ku karkerîya demsalî dikirin, ji alîyê karbidest û welatîyan ve rastî êrîşa nîjadperestîyê hatin û malbat hatin lînckirin. Lê belê Walîtîya Sakaryayê bûyerê red dike û dibêje sedema wê Kurdbûna karkeran nîne. Her wiha HDP bi daxuyanîyekê çapemenîyê da zanîn ku ew bi malbatê ra hevdîtinan pêk anîne û rastîya bûyerê ji ber Kurdbûna wan karkeran e û ev êrîşekê nîjadperestîyê ye. Her wiha HDP radigihîne ku ew ê bibin şopdarê vê bûyerê û heta berpirs û êrîşkar neyên cizakirin ew ê nesekinin.

Di van demên dawî da li bajarên Tirkîyeyê êrîşên nîjadperestîyê yên li dijî karker, xebatkar û ciwanên Kurd zêdetir dibe. Herî dawî di 4ê Îlonê da, li bajarê Sakaryayê li dijî malbatekê Kurd ku karkerîya demsalî dikirin, ji alîyê karbidest û gundîyên Tirk ve rastî êrîşa nîjadperestîyê hatin û malbat ji neçarî berê xwe dan bajarê xwe Mêrdînê. Ev êrîşa nîjadperestîyê ku li ser sosyal medyayê rastî bertek û nerazîbûnên hat, ji alîyê Walîtîya Sakaryayê ve hat redkirin ku sedema wê Kurdbûna karkeran e.

Berpirsa Komîsyona Kedê û Cîgira Hevserokên HDPê Şazîye Kose bi daxuyanîyekê çapemenîyê da zanîn ku ew bi malbatê ra hevdîtinan pêk anîne û rastîya bûyerê ji ber Kurdbûna wan e û ev êrîşekê nîjadperestîyê ye. Her wiha Kose dibêje, ew wek HDP wê bibin şopdarê vê bûyerê.

Cîgira Hevserokên HDPê Şazîye Kose got: "Ji ber polîtîkayên AKP û MHPê ku çanda lîncê gur dikin, ji her alîyê ve krîza heyî ya li Tirkîyeyê kûrtir dibe. Astengî li pêşîya Kurdan derdixin ku ew nikaribin li coxrafyaya xwe li ser erdê xwe çandinîyê bikin. Ji loma jî ji neçarîya ew berê xwe didin dîyarên xerîb û rastîêrîşên nîjdaperestîyê tên. Lê Walîtîya Sakaryayê rastîyan vedişêre û berovajî dike. Em wek HDP şopdarê vê dozê ne."

Endamê Meclîsa Ekolojîyê ya HDKê û mihendisê çandê Asrin Keleş jî îdia dike ku sîstem û hikûmet piştgirîyê dide êrîşên wiha nîjadperestîyê û civaka Tirkîyeyê jî li gorî ziman û politikaya dewlet û hikûmetê tevdigere.

Endamê Meclîsa Ekolojîyê Asrin Keleş dibêje: "Niha li Tirkîyeyê ji du karkerên demsalî yek Kurd e û ji herêmê tê. Êrîşên wiha ji ber piştgirîya dewlet û hikûmetê pêk tên. Dewlet van kesan ciza nake. Ji loma jî li dijî karkerên Kurd êrîşên nîjadperestîyê zêde dibin. Her wiha civaka Tirkîyeyê jî li hemberî Kurdan li gorî ziman û polîtîkaya dewlet û hikûmetê tevdigere"

Her wiha di daxuyanîya Komîsyona Kedê ya HDP û Meclîsa Ekolojîyê ya HDKê da hat gotin ku ew ê bi berfirehî li gel malbata ku rastî êrîşa nîjadperestîyê hatine ra hevdîtinê pêk bînin û hemû hûrgilîyên vê bûyerê bikin raporekê û li ser pêvajoya darizandina êrîşkaran jî biaxivin. Her wiha di daxuyanîyê da hat gotin, ji ber ku tu ciza û mueyîde li dijî êrîşên nîjadperestîyê nayên dayîn û di ser da jî parastina walîtî û hikûmetê rê li ber vedike ku êrîşên nîjadperestîyê zêdetir bibin.