Li Tirkiyê 56 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 56 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de 56 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de hezar û 673 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 56 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine gihîşt 278 hezar û 228 kes bi Koronayê ketine û hejmara kesê bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dane jî gihîşt 6 hezar û 620 kesan.

Herwiha da zanîn jî, 984 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 250 hezar û 92 kesan.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, li Tirkiyê niha hezar û 91 nexweşên Koronayê di bin çavdêriya hûr de ne û rewşa wan ne cîgir e.

 

S. B