Aloziyên Tirkiye û Yûnanê li deryaya Naverast zêdetir dibin

Wezîrê Aboriya Yûnanê dide xuyakirin, Yûnan bo şerê dijwar amade ye û dikarin vê nîşanî Tirkiyê bidin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Alozîya navbera Tirkiye û Yûnanê li Derya Naverast kêm nabe. Fransa keştiya firoke hilgir ber bi rojhilatê deryaya naverast bi rê kir û Tirkiye jî nêzîkî Qibrisê dest bi manoreya serbazî kir. Cîgirê Serokê AK Partiyê Mahîr Unal dibêje, Tirkiye hêzeke cîhanî ye û bingeha vê li deryaya Naverast davêje, lê Wezîrê Aboriya Yûnanê dide xuyakirin, Tirkiye ne zilhêzeke cîhanî ye, divê xwe nexapîne. Yûnan bo şerê dijwar amade ye û dikarin vê nîşanî Tirkiyê bidin.

Ji ber bilindbûna aloziyan navbera Tirkiye û Yûnanê, Fransa keştiya firokehilgir Charles de Guelle ber bi rojhilatê deryaya Naverast şand. Fransa ku beriya çend rojan tevî Îtalya bi Qibris û Yûnan re beşdarî manoreya serbazî bûbû, li navçeyê hêzên xwe zêde dike.

Wezîrê Aborî û Geşedana Yûnanê da xuyakirin, yên hizir dikin Yûnan ditirse di nav şaşiyên mezin de ne. Da zanîn, Tirkiyeyê xwe wek zilhêzek dibîne lê nerast e û Yunan bo şerekî dijwar amade ye. Eger Tirkiye ji zimanê aştiyê fêm bike baş e, lê eger na ewê bi rêyeke xirab vê yekê fêm bikin.

Cîgirê Serokê AK Partiyê Mahîr Unal dibêje, Tirkiye hêzeke cîhanî ye û bingeha vê jî li Derya Naverast davêje. Mahîr Unal got: "Tirkiye niha li Rojhilatê Derya Naverast bingeha bûyîna hêzeka cîhanî ava dike. ji ber vê dibe armanca êrişan. Li Lîbya, welatê şîn û Sûriyê em karên rewa dikin û veger nîne. Dijbere, bi direwan behsa xerabîya aborîyê dike. Ew ne dijbere ne, ew dijmin in. Li Sûriyê piştevaniya Esed dikin, li Lîbyayê jî piştevaniya Hefter dikin. bi zimanê Yunaniyan diaxivin û piştgirî didin YPG."

Li aliyê din, bi beşdariya hêzên Tirkiye û Qibrisa Tirk, li Derya naverast manoreyeke nû îro destpê dike û heta 10'ê mehê dê berdewam bike. Wezîrê Bergirî yê Tirkiyeyê da xuyakirin, xebatên lêgerîna petrolê yên keştîya Oruç Reîs berdewam dikin û bi armanca parastina wê jî keştîyên şer ewlekariya wê diparêzin.

 

S. B