Li Tirkiyê 1578 kesên din bi koronayê ketin

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 673 kesan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 53 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 673 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 6ê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1578 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 279 hezar û 806 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1013 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 251 hezar û 105 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Di vê hefteya dawî de bajarên me yên ku herî zêde hejmara nexweşan zêde bûye; Wan, Qaraman, Erzîngan, Çankiri û Qeyserî ye. Bajarên me yên ku herî zêde nexweşên giran hene; Stenbol, Enqere, Qonye, Erzirom û Yozgat e. Em dikarin bi pabendbûna tedbîran bi ser bikevin. Em bi hev re bi tedbîr bibin.”

 

Î.A