Serokê Komîteya Serbazî ya NATOyê û Akar civiyan

Serokê Komîteya Serbazî ya NATOyê serdana Enqereyê kir û bi Wezîrê Bergirî yê Tirkiyeyê re dawî pêşhatên li deryaya Naverast guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Komîteya Serbazî ya NATOyê serdana Enqereyê kir û bi Wezîrê Bergirî yê Tirkiyeyê re dawî pêşhatên li deryaya Naverast guftûgo kirin.

Piştî hewlên Sekreterê Giştî ye NATOyê bo çareseriya krîza navbera Tirkiye û Yunanê, Serokê Komîteya Serbazî ya NATOyê Stuart Peach serdana Tirkiyeyê kir.

Li gor agahiyan, Peach digel hevdîtinên serbazî, bi Wezîrê Bergirîya Tirkiyeyê Hulusî Akar re jî civiya.

Wezareta Bergirîya Tirkiyê da xuyakirin, di hevdîtina aliyan de, pêşhatên dawiyê yên li deryaya Naverast, hewlên çareseriyê yên Sekreterê NATO û mijarên din yên NATO hatine gengeşekirin.

NATO ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Tirkiye û Yûnanê, hewl dide mekanîzmayekê saz bike, lê Yûnan vekişandina hêzên Tirkiyeyê li deryaya Naverast wek mercê destpêkê daniye.

 

S. B