Çavuşoglu: PKK dixwaze dest deyne ser Hewlêrê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser mijara hebûna PKKê li başûr û rojavayê Kurdistanê ragihand ku PKK li van deveran gelek zilm dike û bi zorê, zarokan çekdar dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser mijara hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li başûr û rojavayê Kurdistanê ragihand ku PKK li van deveran gelek zilm dike û bi zorê, zarokan çekdar dike.
Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê îro di civîneke çapemeniyê de li ser civîna xwe ya ligel Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê axivî û got: “Me tekezî li çareserkirina kêşeyan kir.” Herwiha diyar kir: “PKK dixwaze dest deyne ser Hewlêrê.”
Çavuşoglu dibêje: “PKK zirara herî mezin gihandiye Kurdan (Herêma Kurdistanê). Niha jî nêzîkî temamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kontrol kiriye û çendîn deverên Silêmaniyê di bin desthilata wê de ye.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got: “PKK bi hezaran gund dagir kirine. Armanca wê ya sereke jî destdana ser Hewlêrê ye.”
Mevlut Çavuşoglu dibêje: “PKK dizane armancên wê yên cudaxwaziyê li Tirkiyê bi ser nakeve… Niha siyaseta revandina zarokan û çekdarkirina zarokan dimeşîne. Zarokên Êzidî, Ereb li bakurê Sûriyê dibin çiyayê û li wir çekdar dikin.”
"Divê em ciyawazî di navbera PKK û birayên me yên Kurd de bikin"
Çavuşoglu di beşeke din a axaftina xwe de dibêje: “Em li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê ciyawazî di navbera PKK û birayên me yên Kurd de bikin.”
Li ser danîna Ala Kurdistanê di pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî de roja înê ku Serokê Herêma Kurdistanê serdana Enqerê kiribû û Ala Kurdistanê li ser maseya wan hebû, Çavuşoglu got: “Gelek rexne li ser danîna Ala Herêma Kurdistanê di dema pêşwazîkirina Nêçîrvan Barzanî de hat kirin. Çima, ma ev ala PKKê ye? Ev ne rast e. Eger em bi heman çavî li PKKê û birayên me yên Kurd binêrin, ev xelet e û rêjeya tundrewiyê jî dê zêde bike. Em tundiya li hember Kurdan red dikin.”
Mevlut Çavuşoglu dibêje: “Me her dem pêşwaziya birayên me yên Herêma Kurdistanê kiriye û di demên dijwar de, me alîkarî kiriye. Herwiha berê jî, di dema Sedam de, me pêşwaziya Pêşmerge kiriye. Divê li vir tiştek were qebûlkirin, PKK û YPG û rêxistinên terorê, dijminên herî mezin ên Kurdan in. Divê birayên me yên Kurd, rola wan di vî şerî de hebe.”