Cemîl Turan Bazidî li Atînayê: Tirkiye naxwaze şer derkeve

Şîrovekarê siyasî Cemîl Turan Bazidî ragihand ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên hilbijartinan û kêşeyên siyasî yên Tirkiyê, dixwaze ev aloziya navbera Yewnanistan û Tirkiyê mezin bike.

 

K24: Hewlêr – Şîrovekarê siyasî Cemîl Turan Bazidî ragihand ku Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe yên hilbijartinan û kêşeyên siyasî yên Tirkiyê, dixwaze ev aloziya navbera Yewnanistan û Tirkiyê mezin bike, lê naxwaze şer derkeve.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Cemîl Turan Bazidî ji paytexta Yewnanistanê bajarê Atînayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser nakokiyên navbera Tirkiye û Yewnanistanê yên li Deryaya Spî û egera derketina şer, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Cemîl Turan Bazidî li ser dîroka nakokiyên navbera van her du welatan diyar kir: “Çîroka meseleya navbera Tirkiye û Yewnanistanê gelek dûr û dirêj e, di sala 1923an de piştî peymana Lozanê, gotin sînorê di nav deryayê de 3 mîl e, piştî sala 1936an, hikûmeta Yewnanistanê biryar da ku di nava deryayê de sînorê wê 6 mîl e û zêde kir. Wê gavê Tirkiye û dewleteke din tiştek negot. Di sala 1982an de Neteweyên Yekbûyî yasayek da destpêkirin û got; di nava deryayê de sînor dikare bibe 12 mîl. Wê demê heqê Yewnanistanê bû ku dikaribû 12 mîl zêde bike, lê nekir. Parlementoya Yewnan got 'çi wext ku em hewce bibînin, wê demê emê sînorê di nav deryayê de bikin 12 mîl. Ev mesele di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de, bû kêşeyeke mezin.”

Tirkiyê destnîşan kiriye ku eger Yewnanistan sînorê xwe yê deryayî bike 12 mîl, ev dê bibe wateya şer, li ser vê mijarê Cemîl Turan Bazidî helwesta Atînayê li hember vê berteka Tirkiyê eşkere kir û got:

“Ew meseleya derketina şer di navbera Tirkiye û Yewnanistanê, di dema Turgut Ozal de bû. Wê gavê keştiyeke bi navê Sîsmîk derxistin Deryaya Egeyê û dixwestin weke keştiya Oruç Reis li gazê bigerin. Andreas Papandreu wê demê got, eger keştiya Sîsmîk biçe Deryaya Egeyê şer dê derkeve. Turgut Ozal got em şer naxwazin, Papandreu û Ozal çûn Davosê li wê derê mesele çareser kirin. Her gav ev mesele derdikeve.”

Li ser pirsa “Tirkiyê niha keştî şandiye û ligel wê keştiyê firoke jî şandine, Yewnanistan jî ji aliyê xwe ve çendîn manorayên serbazî pêk anîne, gelo ev rewşa niha, ji rewşên berê, ne cudatir e?” Cemîl Turan Bazidî eşkere kir:

“Siyasetên dewleta Tirkiye û Erdogan, kêşeyên wî yên aborî û siyasî ya di nav partiya wî de, dixwaze derkeve derve. Ev meseleya ku niha bi Yewnan dest pê kiriye, tiştekî pir xirab e… Yekîtiya Ewropayê piştgiriya Yewnanistanê dike… NATO naxwaze di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de şer derkeve. Loma Almanya xistine navbera Tirkiye û Yewnanistanê, da ku şer dernekeve.”

Cemîl Turan Bazidî di wê baweriyê de ye ku Recep Tayyip Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên hilbijartinan û kêşeyên siyasî yên Tirkiyê, dixwaze ev aloziya navbera Yewnanistan û Tirkiyê mezin bike, lê naxwaze şer derkeve.