HDP: Dadgeh li gorî siyaseta desthilatê biryaran didin
Hevserokê jikardûrxistî yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizrakli, ji bo rawestandina biryarê û vegerandina ser karê xwe li Dadgeha Îdareyê ya Yekemîn ya Diyarbekirê doz vekiribû.
Diyarbekir (K24) – Hevserokê jikardûrxistî yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizrakli, ji bo rawestandina biryarê û vegerandina ser karê xwe li Dadgeha Îdareyê ya Yekemîn ya Diyarbekirê doz vekiribû. Rûniştina yekem a dozê birêve çû. Dadwêran gotin ew dê biryara dozê piştî demekê bi awayeke nivîskî rabigihînin. Siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê ku doz şopandin û bertek nîşanî biryara dadgehê dan û gotin; daraz êdî ne serbixwe ye û li gorî siyaseta desthilatdariyê biryaran dide.
Hevserokê jikardûrxistî yê Şaredariya Bajarê Mezin ya Diyarbekirê Ednan Selçûk Mizrakli piştî ku di 19ê Tebaxa 2019an de li şûna wî qeyûm hat danîn, ji bo rawestandina biryarê li Dadgeha Îdareyê ya Yekemîn ya Diyarbekirê doz vekiribû. Yekem rûniştina dozê birêve çû. Parêzerên Mizrakli û Siyasetmedarên HDPyî jî doz şopandin. Dadgerî got ku; dê biryarê di demeke bê de bi nivîskî rabigihînin. Peyvdara HDPê Ebrû Gûnay, li ber derê dadgehê got; daraz ne bi serbixwe ye û armanca wan ew e ku hebûna qeyûman berdewam be.
Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş jî amaje kir ku; heger dadgeh Ednan Selçûk Mizrakli mafdar bibîne dê erka qeyûmî bi dawî were.
Serokwekîla Koma HDPê Meral Daniş Beştaş ji K24ê re got: "Biryar nehat dayîn, gotin em ê di rojên pêş de biryarê bidin. Heger ku doza Ednan Selçûk Mizrakli were qebûlkirin û ew mafdar bê dîtin divê wê demê qeyûm rabe. Li şûna qeyûmî ewil Selçûk Mizrakli were cihê xwe. Heger ew jî nebe û bêjin ew girtî ye, endamên encûmena şaredariyê dikarin di nava xwe de wekîlekê hilbijêrin."
Li gorî ragihandina siyasetmedarên HDPê, danîna qeyûman binpêkirina vîna welatiyan e. Siyasetmedarên HDPê dibêjin, deshilatdarî dixwazin pergala rêveberina qeyûman berdewam be. Hevseroka HDPê ya Rêxistina Diyarbekirê Hûlya Alokmen Uyanik got; darizandina Ednan Selçûk Mizrakli parçeyeke ji Pirsgirêka Kurd e û ev pirsgirêk jî li dadgehan çareser nabe.
Hevseroka HDPê Ya Rêxistina Diyarbekirê Hulyan Alokmen Uyanik ji K24ê re diyar kir: "Ev girêdayî meseleya Kurd e jî. Ev meseleya Kurd li dadgehan nayê çareserkirin. Ji bo çareserkirina vê meseleyê jî divê em rûnin û muzakereyan bikin û ji bo aşitiyê divê axaftin hebin. Meseleya Kurd meseleyeke sedsalan e ku heye û ev mesele li salonên dadgehan jî çareser nabe."
Li gorî ragihandina parêzerên Ednan Selçûk Mizrakli, dê di rojên bê de biryara dadgehê bi awayeke nivîskî radestî wan were kirin. Piştî danîna qeyûman yên di Îlona 2016an de di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de Ednan Selçûk Mizrakli bi sedî 63yê dengan hat hilbijartin. Lê piştî 5 mehan, di 19ê Tebaxê de hevserokên şaredariyên Diyarbekir û Mêrdîn û Wanê ji kar hatin dûrxistin û li cihê wan parêzgerên her sê bajaran wek qeyûm hatin danîn. HDPyiyan bi rojan çalakiyên protestoyê kirin. Lê ti encam jê ji çalakiyan negirtin. Ednan Selçûk Mizrakli di 21ê Cotmehê de hat binçavkirin û di 22ê Cotmehê de hat zindanîkirin. Mizrakli, bi 9 sal û 4 meh û 15 hat sizakirin û li Girtîgeha Bunyan ya bajarê Kayseriyê zindanî kiriye.