Aloziyên li derya Sipî û egera danîna sizayan ser Tirkiyê
Li gel vîrûsa Koronayê li cîhanê yek ji mijarên sereke ku herî zêde behs lê tê kirin; li deryaya Naverast alozîya di navbera Tirkîye û Yewnanistanê da ye.
Enqere (K24) – Li gel vîrûsa Koronayê li cîhanê yek ji mijarên sereke ku herî zêde behs lê tê kirin; li deryaya Naverast alozîya di navbera Tirkîye û Yewnanistanê da ye. Biryar e di 24 û 25ê Îlonê da Yekîtîya Ewropayê bi taybetî li ser vê mijarê û li ser egera cizakirina Tirkîyeyê bicive. Lê rayedar û berpirsên Tirkîyeyê destnîşan dikin ku îhtimalekê wiha hebe jî ew li bendê nîn in. Her wiha pisporên Tirk jî didin zanîn, ji ber helwesta bêalî ya hin welatan û ji ber mijara penaberên Sûrî wê Yekîtîya Ewropayê biryara gemaroyan li dijî Tirkîyeyê negire.
Li cîhanê yek ji rojeva sereke li deryaya Naverast alozîya di navbera Tirkîye û Yewnanistanê da ye. Ji loma jî sazîyên ramanî yên politikaya derve geşedan û rûdanên dawî ji nêz ve dişopînin. Di vê çarçoveyê da Enstîtuya Stratejîyê ya Enkarayê BASED bi web panelekê li ser alozîya Enqere û Atînayê, li ser pirsa Qibrisê û li ser helwesta Yekîtîya Ewropa û NATOyê rawestîya û pispor di van babetan da bîr û boçûnên xwe parve kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Qibrisa Bakur a Tirkî Kudret Ozersay, di panelê da gotarekê pêşkêş kir û da zanîn ku hêzên kurewî dixwazin statukoya heyî ya li herêmê bê guhertin.
Kudret Ozersay got: “Li gorî min aktorên navdewletî êdî naxwazin statukoya heyî ya li Qibris û Rojhilatê Behra Spî bidomin. Ji loma jî di vê çarçoveyê da, di serî da Amerîka hin welat ji bo vê pêngavan davêjin. Êdî li herêmê hêz û desthilat ji nû ve tên dîzaynkirin û statuko tên guhertin.”
Li alîyê din Yewnanistan û Fransa her ji Yekîtîya Ewropayê daxwaz dikin ku hin gemaroyên aborî û sîyasî li dijî Tirkîyeyê bê sepandin. Heta Wezîrê derve yê Tirkîyeyê Çavusoglu dibêje, ew hêvî nakin ku Ewropa biryarekê woha bide lê belê îhtimala vê yekê jî heye. Pisporên Tirkîyeyê jî destnîşan dikin ji ber çend sedeman wê YE biryarekê wiha nede.
Sekreterm Giştî yê SASAMê Muhammed Işik ji K24ê re got: “Ev demekî ye egera gemaroyan tê rojevê. Lê belê ji ber helwesta bêalî ya Îtalya, Îspanya û Almanyayê ez bawer nakim ku biryara gemaroyan bê dayîn. Her wiha Brîtanya piştgirî dide Tirkîyeyê û lazim e her du welat bi hev ra tevbigerin. Li alîyê din ji ber mijara penaberan jî ez bawer nakim biryarekê tund bê dayîn.”
Biryar e di 24 û 25ê Îlonê da li Yekîtîya Ewrpoyê li ser alozîya Deryaya Naverast û egera gemaroyên li ser Tirkîyeyê lûtkeyekê taybet lidar bixe û helwesta xwe zelal bike.