Li Herêma Kurdistanê xebatên çêkirina rêyan berdewam in

Wezareta Avakirinê di nava salekê de bi qasî şeş milyar dînaran, projeya qîrkirin û nûjenkirina rêyên sînorê navçeya Koye cîbicî kiriye.

Hewlêr (K24) – Wezareta Avakirinê di nava salekê de bi qasî şeş milyar dînaran, projeya qîrkirin û nûjenkirina rêyên sînorê navçeya Koye cîbicî kiriye.

Rêveberê Avakirinê yê Koye Koser Heme Salih diyar kir: “Rêyên niha yên Koyeyê li gor berê di rewşeke gelek baş de ne û em hewl didin projeyên zêdetir ên rêyan çêbikin.”

Xirabiya rêyên gundan, astengî li ber avakirinê derdixin.

Nişteciyê gundê Qorîtan, Darewan Hacî Reza diyar dike ku qîrkirina rêyan, ji bo avakirina zêdetir û vegerandina xelkê gund, hêsankarî dike.

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dema dest bi kar kir, biryar da ku rêyên derveyî bajaran werin nûjenkirin. Dawiya sala borî, bi qasî şeş milyar dînaran, hikûmet projeya nûjenkirina rêyên sînorê Koyeyê cîbicî kir.

Piştî qîrkirina rêya gundê Qorîtan, biryar e hefteya bê, qîrkirina rêya Hesar û gundê Bogid ê li deşta Koyeyê dest pê bike.