Ji bo 7 parlamenterên HDP'yê fezleke! Bûyerên Kobanî çi ye?

Armanc rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP'yê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ragihand ku, derheqê 7 parlamenterên HDP'yî de fezlekeyan amade dikin.  Fezleke, li ser esasê lêpirsîna Bûyerên Kobanî tên amadekirin. (Fezleke, daxwaza rakirina parêzbendiya parlamenteran e.)

Di dema bûyerê de, 7 kesên ku Endamê Meclîsa Navendî ya HDP, niha parlementerên wê partiyê ne. Di çarçoveya heman lêpirsînê de, li gor maddeya 83. ya yasayê; bi daxwaza rakirina parêzbendiya parlamenteriyê dê fezleke bête amadekirin."

Îro biryara desteserkirina 82 endamên HDP hatiye dayîn. Parlamenter û şaredarên bi navê, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Sırrı Süreyya Önder jî di nav de ne.

Bûyerên Kobanî çi ye?

Sala 2014'ê DAIŞ'ê li Kobanî dorpêç kiribû. Li bakûrê Kurdistanê 6-7 Cotmehê xwepêşandan çêbûn. Xwestekên xwepêşenderan ev bûn: "Ji bo xelkê Kobanî riya alîkariyan ser Tirkiye re bête vekirin" û "Tirkiye alîkariya DAIŞê neke."

Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan (İHD), 46 kesan canê xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn û 323 kes hatin girtin. Li gor Ajansa Anadolu 1113 avahiyan zerer dîtin.

Fly Erbil Advertisment