Feleknas Uca: Hikûmeta Tirkiyê dixwaze HDPê bi tenê bihêle
Parlemantera HDPê Feleknas Uca radigihîne, Hikûmeta Tirkiyê dixwaze HDPê bi tenê bihêle.
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlemantera HDPê Feleknas Uca radigihîne, Hikûmeta Tirkiyê dixwaze HDPê bi tenê bihêle.
Parlemantera HDPê Feleknas Uca derbarê operasyona vê dawiyê ya ser endam û rêveberên HDPê de ji K24ê re ragihand, êrîşek li dijî HDPê tê kirin ne karekî nû ye, ji ber ku her roj êrîş li HDPê tê kirin. Hikûmeta Tirkiye dixwaze HDPê gûmanbar bike û bi tenê bihêle.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser bûyerên Kobaniyê ango bûyerên 6 û 7 û 8ê Îlona 2014an de, Serdozgeriya Komarî ya Enqreyê li 7 bajaran derbarê 82 kesan de biryara desteserkirinê derxist.
Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Şaredariya Parêzgeha Qersê, Ayhan Bîlgen, parlementerên berê yên HDPê Altan Tan, Siri Sureya Onder, Ayla Akat Ata, Nazmî Gur, Emîne Ayna û Beyza Ustûn û gelek siyasetmedarên din hatin desteserkirin û ji bo Enqereyê hatin şandin.