Li cîhanê hejmara miriyên Koronayê milyonek kes derbars kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê canê ji dest dane, milyonek kes derbas kir û hejmara pêketiyan jî 33.5 milyon derbas kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê canê ji dest dane, milyonek kes derbas kir û hejmara pêketiyan jî 33.5 milyon derbas kir.

Li gor dawî amarên li seranserî cîhanê hatine belavkirin, hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane gihîşt 1 milyon û 6 hezar û 458 kesan.

Herwiha hejmara pêketiyan jî, 33 milyon û 556 hezar û 424 kesan derbas kir. Di heman demê de jî, hejmara başbûyan jî gihîşt 24 milyon û 881 hezar û 607 kesan.

Li gor amaran, Amerîka welatê herî zêde welatiyên wê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dane, Amerîka ye. Hejmara miriyan 205 hezar kes derbas kir û hejmara pêketiyan gihîştiye 7.16 milyon kesan.

Di pileya duyem a zêdebûna qurbaniyan de, Brazîl piştî Amerîka tê, ku zêdetir ji 142 hezar kesan canê xwe ji dest dane û 4.75 milyon kes jî bi vîrusa Koronayê ketine.

Di rêza sêyemîn de, Hindistan  tê, ku 96 hezar û 318 kesan canê xwe ji dest dane û 6.15 milyon kes jî bi vîrusa Koronayê ketine.

Li gor amarên ajansa “Reuters” jî, her 24 demjimêran dora 5 hezar û 400 kesî li seranserî cîhanê bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dide.