Derheqê girtiyên HDP de ji Erdoganî daxûyanî
Erdogan îro beşdarî xwarina partiya xwe AK Partî, şaxê Konyayê bû.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan derheqê zindanîkirina şaredar, parlamenter û rêveberên HDP de dibêje, "Ka çawa mehkeme hesaba 15 Tîrmehê (Derbeya Leşkerî) dipirse, bi wî rengî hesaba 6-7 Cotmehê (Bûyerên Kobanî) jî dipirse."
Erdogan îro beşdarî xwarina partiya xwe AK Partî, şaxê Konyayê bû.
Îro mehkemeyê biryara girtina 17 HDP'yiyan da. Erdogan axaftinekê pêşkêş dike û rêveber, şaredar û parlementerên HDP wekî "cûdaker" bi nav dike.
Erdogan dibêje, "Em wekî millet di pêvajoyeke xetere re derbas dibin. Ji terorê bigre enerjiyê, ji tendûristiyê bigre parastinê (berevaniyê). Li gelek aliyên cûda em dibin şahidê van dîmenan. Piştî bûyerên Gezî (Xwepêşandanên mezin ên Stenbolê) dest bi êrişan kirin. Ev ne tesadûfî ne. Çi têkiliya Geziyê bi xwezayê, bi 6-7 Cotmehê û êrişên DAIŞ'ê yên li ser Ayn al Arab (Kobanî) nînin. FETO (Cemeeta Fethûllah Gulenî) ew tişta nikariye bi mehkemeyên bike, xwest bi hewla derbeya leşkerî bîne cih."
Erdogan di axaftina xwe de HDP û PKK bi "kuştina kesên bêgûneh", "sotina dibistan û mizgeftan" tometbar dike. Û dibêje, "Destdirêjî li birayên me yên kurd jî kirin".
Erdogan sebaret bi zindanîkirina HDP'yiyan dibêje, "Ka çawa mehkeme hesaba 15 Tîrmehê (Derbeya Leşkerî) dipirse, bi wî rengî hesaba 6-7 Cotmehê (Bûyerên Kobanî) jî dipirse."
BÛYERÊN KOBANÎ
Sala 2014'ê DAIŞ'ê li Kobanî dorpêç kiribû. Li bakûrê Kurdistanê 6-7 Cotmehê xwepêşandan çêbûn. Xwestekên xwepêşenderan ev bûn: "Ji bo xelkê Kobanî riya alîkariyan ser Tirkiye re bête vekirin" û "Tirkiye alîkariya DAIŞê neke."
Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan (İHD), 46 kesan canê xwe ji dest dan, 682 kes birîndar bûn û 323 kes hatin girtin. Li gor Ajansa Anadolu 1113 avahiyan zerer dîtin.