Li Tirkiyê 1615 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 58 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 58 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 8 hezar û 667 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 8ê Cotmehê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1615 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 330 hezar û 753 kesan.
Herwiha di 24 demjimêran de 1398 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 290 hezar û 352 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Îro 1615 nexweş hatin tomarkirin. Kêmbûna hejmara nexweşên giran berdewam e. Tiştên ku dê belavbûna vîrûsê bixin bin kontrolê, fîlyasyon û îzolasyon in. Eger em pabendî tedbîran bibin, pêwîstiya wan namîne. Em dikarin bi hev re belavbûnê bixin bin kontrolê. Hêzê bidin vê têkoşînê.”