Şerê Qerebaxê! Ermenistan û Azerbaycanê agirbest qebûl kirin!
Azerbaycan û Ermenistan li hev kirin ku îro ji demjmêr 12:00 û pêve li Qerebax agirbestê pêk bînin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Azerbaycan û Ermenistan li hev kirin ku îro ji demjmêr 12:00 û pêve li Qerebax agirbestê pêk bînin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov dûh bi wezîrên karên derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê re li Mosko civînek pêk anî. Piştî civînê daxûyaniyek hat dayîn.
Li gor daxûyaniyê piştî civîneke 10 demjimêrî hat kirin, biryara agirbestê hat qebûlkirin.
Li gor daxûyaniyê sebeba agirbestê ev e: Ji bo pevguhertina hêsîran û cenazeyan li gorî navbeynkarî û pîvanên Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ji bo armancên alîkariya mirovî agirbest hate ragihandin.