Azerbaycan: Ermenistanê agirbest binpê kir û êriş anî ser Gence!
Gence, mezintirîn bajarê dûyemîn ê Azerbaycanê ye.
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Parastina Azerbaycanê daxuyaniyek da û got, "Leşkerên Ermenistanê agirbesta mirovî binpê kirin û eriş anîn ser bajarê Gence."
Di daxuyaniya ku ji hêla Wezareta Parastina Azerbaycanê ve hate dayîn ve, hat diyarkirin ku leşkerên artêşa Ermenîstanê agirbesta mirovî binpê kirin. Li dijî wargehên sivîl ên li Gence êrîşek pêk anîn.
Gence, mezintirîn bajarê dûyemîn ê Azerbaycanê ye.
Tîmên bijîjkî yên acîl ên Azerbaycanê ragihandin ku laşên herî kêm 5 kesan di avahiyeke ku ji hêla êrîşê ve hat hilweşandin hate dîtin.
Rayedarên Azerbaycanê ragihandin ku di bûyerê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne.
Nexşe: Cihê bajarê Gence li ser nexşeya cîhanê (Google Maps):