Tendirustiya Tirkiyê: Derbasî qonaxeke hestiyar dibin
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê da xuyakirin, ji vir û pê ve derbasî qonaxeka hestiyar dibin û roja Sêşemê bi berhemanîna vaksîna Korona ya Tirkiyeyê re, gaveke girîng tê avêtin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê da xuyakirin, ji vir û pê ve derbasî qonaxeka hestiyar dibin û roja Sêşemê bi berhemanîna vaksîna Korona ya Tirkiyeyê re, gaveke girîng tê avêtin.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ku bi dayîna kêm datayan hatibû tawanbarkirin dibêje, piştî 15'ê vê mehê ewê hemû datayan belav bikin.
Da zanîn, Havînê piraniya kesan li derve bûn, ji ber vê asta belavbûna vîrûsa Korona kêm bû, lê niha xelk vedigere cihên girtî û egera pêketina Korona jî zêde dibe. Taybet sê çar mehên li pêş pir girîng in.
Koca got, roja Sêşemê di warê berhemanîna vaksîna xwemalî de digihin qonaxeke girîng ku dikarin li ser hezar kesan taqî bikin.