Li Tirkiyê 59 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 59 kesan canê xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de ji ber vîrûsa Koronayê 59 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 1 hezar û 615 kes bi vîrûsa Koronayê ketine û 59 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gihiştiye 335 hezar û 533 kesan. Herwiha hejmara miriyan jî gihîtiye 8 hezar û 837 kesan.
Diyar kir jî, di 24 demjimêran de 1 hezar û 212 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, 294 hezar kes derbas kiriye.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca daxwaz ji welatiyan kir, pabendî rêkarên tendirustiyê bibin û di rûbirûbûna vê nexweşiyê de bi karmendên tendirustiyê re hevkar bin.