Swêd ji Tirkiyê daxwaz dike êdî mafên Kurdan binpê neke

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde hişyarî da Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde hişyarî da Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û ji Tirkiyê daxwaz kir ku ji Azerbaycan û Sûriyê vekişe û binpêkirina mafên welatiyên Kurd rawestîne.

Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê, Mevlut Çavuşoglu û Ann Linde civîneke çapemeniyê ya hevbeş pêk anîn û Wezîra Derve ya Swêdê, hikûmeta Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar kir ku li Sûriye, Lîbya û herêma Nagorno-Qerebaxê aloziyê zêde dike.

Ann Linde ji Tirkiyê daxwaz kir; hêzên xwe ji axa Sûriyê vekişîne û Enqere weke berpirsa dabeşkirina axa Sûriyê û çewisandina Kurdên li Sûriyê tohmetbar kir. Linde eşkere kir ku binpêkirin û helmeta reşkirinê li dijî gelê Kurd li nav Tirkiyê jî, bi her awayî red dikin.

Li hember wê, Mevlut Çavuşoglu gotinên Ann Linde red kirin û got: “Hûn bi çi wesfê ji me daxwaz dikin ku em ji Sûriyê vekişin.. Hûn nikarin daxwazeke bi vî rengî ji me bikin.” Û welatê Swêdê bi piştevaniya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tohmetbar kir.

Mevlut Çavuşoglu gefa wê yekê jî xwar ku eger Tirkiye hêzên xwe ji Idlibê vekişîne, zêdetirî 3 milyon penaberên Sûriyê dê berê xwe bidin welatên Ewropayê. Herwiha Swêdê bi wê yekê tohmetbar kir ku "dixwaze li Idlibê bi alîkarîkirina Kurdan, cihê Tirkiyê werbigre".