Sûriyê pêketina 57 kesên din bi Koronayê ragihand
Li Sûriyê pêketina 57 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyê pêketina 57 kesan bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
Wezareta Tentirustiyê ya Sûriyê ragihand, di 24 demjimêrêm bûrî de 57 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezaretê eşkere kiriye, 25 pêketiyên Koronayê jî baş bûne û hejmara kesên ji wê nexweşiyê baş bûne gihîştiye 1 hezar û 389 kesan.
Bi vî awayî, heta niha li Sûriyê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîştiye 4 hezar û 883 kesan, 234 kesan jî canê xwe ji dest dane.