Fransa hişyarî dide Tirkiyê
Fransa û Almanya, Tirkiyê bi êrîşkirina ser Yekîtiya Ewropayê tohmetbar dikin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Fransa û Almanya, Tirkiyê bi êrîşkirina ser Yekîtiya Ewropayê tohmetbar dikin.
Yekîtiya Ewropayê di 2yê vê mehê de hevdîtinek encam da û armanca hevdîtinê, rawestandina operasyonên Tirkiyê bû li Deryaya Spî ku bûye sedema nîgeraniyên Yewnanistan û Qibrisê, lê Tirkiyê xebatên lêgerîna çavkaniyên sirûştî didomîne.
Niha Yekîtiya Ewropayê behsa sepandina sizayan bi ser Tirkiyê de dike, vê jî nirxê lîreya Tirkiyê daxistiye.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di civîneke çapemeniyê de ragihand; Yekîtiya Ewropayê guhertina hevsengiya hêzan difikire eger Tirkiye danûstandinan red bike.
Jean-Yves Le Drian diyar kir; piştî çend hefteyan, Yekîtiya Ewropayê rêkarên nû li hember Tirkiyê dê bigre pêşiya xwe.
Ev di demekê de ye ku ji ber şerê Qerebaxê, zexteke mezin a navdewletî li ser Tirkiyê ye.