Li Tirkiyê rojnamevanî bi zext û pêkutiyan re tê kirin
Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, rojnamevan di bi zext û pêkutiyan û di şertên xirab de kar dikin.
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, rojnamevan di bi zext û pêkutiyan û di şertên xirab de kar dikin. Rêvebirên komele û sendîkayên rojnamevanî balê dikşînin ku di raporên navdewletî û rûdanên li Tirkiyê de diyar dibe ku rojnamevan li Tirkiyê nikarin bi azadî karên xwe bikin.
Li gor raporên ku li ser rojnamevanan hatine amade kirin, ji %96.5 medyayên li Tirkiyê kar dikin di bin kontrola hikumet û desthilatdariyê de ne, 93 rojnamevan girtî ne û di derheqê ji 150 zêdetir rojnamevana de, lêpirsîn, lêgerîn û doz hene.
Rêvebirê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê TGS'ê yê Diyarbekirê Mahmût Oral, balê kişand ku rêvebirên desthilatdariya Tirkiye, gohdariya nirx û pîvanên zagonî û navdewletî nakin û ji sedî 96,5 medayê kiriye bin kontrola xwe û medyayên mayî jî di bin zext û pêkutiyan de kar dikin.
Rêvebirê TGS'ê yê Diyarbekirê Mahmût Oral ji K24ê re got: "Li Tirkiyeyê agahiyên ku di bêjinga desthilatdariyê de derbas nebin nayê xwestin ku bên zanîn. Yên ku dixwazin agahdariya civakî bikin û karê xwe ser bixwe bikin jî, di bin zext û pêkutiyan de ne. Li Wanê 4 rojnamevanên hatin girtin jî mînaqên dawî ne ku nûçeya, ji helîkopterê de avêtina 2 welatiyan kiribûn nûçe. Yanî heger em rastiyên digihên civakê ne li hesavê desthilatdariyê be, bi vî awayî tol tê hilanîn."
Di raporên ku ji aliyê sendîqa û saziyên navdewletî yên rojnamevanî ve tên ragihandin de jî rexne yên giran li rayedarên Tirkiyeyê tên kirin ku azadiya kirina karê rojnamevanî di asta tunebûnê de ye.
Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê Serdar Altan jî da zanîn ku di hemû warên civakî de, li Tirkiyeyê û bi taybet jî li bakûrê Kurdistanê pîvanên hiqûq û demokrasiyê têkçûne. Lê ew zext û pêkutî, di pêkutiyên li ser rojnamevanan de şênbertir xuya dibin ku azadiya derbirînê jî li asta nemanê ye.
Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê Serdar Altan got: "Her çiqas raporên ku tên ragihandin hene; nişan didin ku li Tirkiyeyê û bi taybet jî li bakûrê Kurdistanê, rojanmevanan bi çi zehmetiyan kar dikin. Heta meha borî 89 ku 4 kes jî li Wanê hatin girtin û bûn 93 xebatkarên çapameniyê di zindanan de ne. Zêdetirên yên girtî jî rojanmevanên Kurd in. Di nav wan de nûçegihan, belavkar û rêvebirên saziyên medyayê hene ku di zinana de ne. Ev zext û zora li ser rojnamevanan gihiştiye asta herî bilind. "
Di raporên saziyên rojnamevanan yên li Tirkiyeyê û yên navnetewî de bal tê kiişandin ku karê rojnamevanî li Tirkiyeyê wek tawan tê qebûl kirin û li gor rapora Saziya Rojanamevanên Sînor Nasnakin RSF'ê Tirkiye ji aliyê azadiya rojnamevanan de di nav 180 dewletan de di rêza 157. de ye.