Yekem firokeya DYE ya bazirganî gihişt Îsraîlê!

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji 15'yî Îlona 2020'ê ve têkiliyên Dewletên Yekbûyî yên Ereb (DYE) û Îsraîlê baş bûne. Vêca yekemin firokeya bazirganî di navbera herdu welatan de dest bi firînê kir.

Firokeya DYE'yê ji Ebû Dabî rabû û gihişt Firokexaneya Tel Avîvê. Firoke ya Kompaniya Etihadê ye.

Di yekem firîna bazirganî ya ji bo Îsraîlê de, 58 rêwî li firokeyê siwar bûn. Firoke li Ben Gurionê (Îsraîl) bi merasîmê hat pêşwazî kirin.

Birêveberê firokeyê Salih Ebdullah di axaftina xwe de dibêje, "Ji ber ku em li Îsraîlê ne kelecan in!"

Ebdullah axafina xwe wiha didomîne, "Heger berî çend mehan bigotina 'Tu dê li Tel Avîvê axaftinekê pêşkêş bikî' min dê bigote ne mûmkîn e. Me zilamên baweriyê bi aştiyê tînin hene: Mihemed Bin Zayed û Binyamîn Netanyahu. Bi saya hevkariya wan em xwediyê aşitiyê ne."

Heman firoke dê karsaz, pisporên tûrîzmê û rojnamevanên hemwelatiyên Îsraîlê bibe Ebû Dabîyê.

Tê çaverêkirin sibê dê di navbera herdu welatan de peymanek were çêkirin. Da ku heftane 28 firîn di navbera herdu welatan de pêk bên.

15'yî Îlona 2020'ê di navbera İsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Ereb (DYE) de peymana asayîkirina têkiliyan li Qesra Spî (Amerîka) hat îmzekirin.