Ermenistanê ji bo şerê li dijî Azerbaycanê yekîneyeke jinan pêk anî

Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand ku yekîneyeke taybet a serbazî ya jinan hat damezrandin, da ku li dijî êrîşên artêşa Azerbaycanê, welatê xwe biparêzin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê ragihand ku yekîneyeke taybet a serbazî ya jinan hat damezrandin, da ku li dijî êrîşên artêşa Azerbaycanê, welatê xwe biparêzin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Ermenistanê Artsrun Hovhannisyan ragihand; yekîneya serbazî ku hatiye pêkanîn, perwerde dibînin û wan bi xwe ji bo rûbirûbûna artêşa Azerbaycanê, xwesteka xwe nîşan dane.

Artsrun Hovhannisyan eşkere kiriye ku heta niha 100 jinên Ermenî beşdarî yekîneyê bûne.

Ermenistan li ser venekişîna ji herêma Nagorno-Qerebaxê rijd in û wê herêmê beşeke ji welatê xwe dibînin. Di heman demê de li wê herêmê komareke serbixwe hatiye ragihand, lê heta niha ti welatekî cîhanê serxwebûna wan nas nekiriye.

Li hember wê, Azerbaycan daxwaz dike ku weke bingeheke çareseriya sînorê Ermenistan û Azerbaycanê, divê artêşa Ermenistanê ji herêma Nagorno-Qerebaxê vekişe û wê herêmê radestî Azerbaycanê bike, bi wê îdiayê ku di salên nodî de Ermenistanê hêzên leşkerî şandine wê herêmê û dagir kiriye û ew herêm berê ser bi Azerbaycanê bûye.