Li Lîbyayê agirbesta mayînde hat ragihandin

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Lîbyayê Stephanie Turco Williams ragihand ku li Lîbyayê agirbesta mayînde hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Lîbyayê Stephanie Turco Williams ragihand ku piştî danûstandinên li Cinêvê, her du aliyên Lîbyayê rêkeftina agirbesta mayînde îmze kirin.

Du aliyên nakok ên Lîbyayê ku beşeke mezin a şerê naxweyî yê Lîbyayê ne, li Cinêvê ji bo agirbesta mayînde li hev kirin.

Rêkeftin bi navbeykariya Neteweyên Yekbûyî pêk hat û welatên cîhanê kêfxweşiya xwe li hember vê rêkeftinê nîşan didin.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass bi daxuyaniyekê diyar kir ku ev agirbest soza wê yekê dide ku çareserî ji rêya leşkerî ber bi siyasî diguhere. Ev ji bo gelê Lîbyayê nûçeyeke bi hêvî ye.

Herwiha Fransayê jî piştgiriya xwe li vê rêkeftinê nîşan da û weke pêngaveke dîrokî bi nav kir.

Piştî kuştina Serokê berê yê Lîbyayê Muemer Qezafî di sala 2011ê de, şerê navxweyî yê Lîbyayê dest pê kir û çendîn komên milîs û terorîst li wî welatî derketin holê. Ji meha Tebaxa îsal ve, Neteweyên Yekbûyî agirbesta destpêkî di navbera aliyên nakok ên Lîbyayê de ragihand û biryar e di demeke nêz de rêkeftina dawî were îmzekirin.