Xortekî Kurd bi tohmeta kuştina keçeke Swêdî hat sizadan
Tîşko Ehmed ji ber kuştina keçeke 17 salî, 18 sal bi zindanê hat sizadan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîşko Ehmed ji ber kuştina keçeke 17 salî, 18 sal bi zindanê hat sizadan.
Meha Mijdara 2019an Wilma Andersson winda bû, piştî lêkolînan, Tîşko Ehmedê 23 salî, hat tohmetbarkirin ku li gor belgeyên polîsan, Wilma Andersson li mala wê, ji aliyê Tîşko ve hatiye kuştin, lê Tîşko ev tohmet red kir.
Piştî çend rûniştinên dadgehê, biryar hat dayîn ku Tîşko Ehmed bi 18 salan were zindanîkirin.
Parêzerê Tîşko diyar dike ku bi temamî nehatiye îsbatkirin ku Tîşko ew keçik kuştiye, lê biryar hat dayîn.
Polîsê Swêdê li ser vê mijarê dibêje; Tîşko Ehmed bi kêrê serê Wilma Andersson birriye û termê wê di nav zibildankê de veşartiye.