HEZKURD: Dema Osmaniyan zimanê Kurdî resmî bû divê li Tirkiye jî resmî be!
Stenbol (K24) - Di 19ê meha Cotmehê Komeleya bi navê Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) hate damezrandin. Armanca komeleyê ew e ku li Tirkiye zimanê Kurdî bike zimanekî fermî. Di heman demê de dixwaze zimanê Kurdî li hemû Tirkiyê li mezrayan, dam û dezgehên sivîl, herwiha ên fermî, çi pir û navêndin hebin li wan bi şûnde bên vegerandin. Ya sêyemîn jî tê xwestin pêşî li ber pişaftinê bê girtin. Ji bo vê yekê jî li Stenbolê bo medya Kurdî û kesên beşdar taştêyek tê dayîn. Ji bo ragihandina Tevgera Zimanê Kurdî ya nû ya li bajarê Stenbolê.

Serokatiya Hereketa Zimanê Kurdî parêzer Suphî Ozgen berisva pirsên Kurdistan24ê dide.
Ozgen di daxûyani xwe de dibêje; "Osmaniyan di medreseyan de zimanê Kurdî bi awaykî fermî qebûl kiriye. Lê komara Tirkiyê guhê xwe li vê rastiyê ker dike, heta ew encamekê bidest bixin wê serî li her qonaxên fermî bixin û ji bo vê yeke jî bangê li hemû Kurdan, dam û dezgehên medenî û partiyên siyasî dikin da ku mil bidin wan."
Her wiha Ozgen dibêje, "Em di zimanê Kurdî de wekheviyê dixwazin. Ji bo wê lazim e li Tirkiyê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hînkirinê. Lazim e li Tirkiyê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Lazim e navê Kurdî, gund, war û bajêr, navên edebeî û erdnîgarî de her çibe em diwazin navên Kurdî dîsa vegerînin ser eslê wê, ser eslê wê yê Kurdî. Sê armancên me ev in."
Rêveberên Hereketa Zimanê Kurdî di daxuyaniya xwe dan zanîn, li Tirkiyê zêdetirî 20-25 milyon Kurd dijîn. Lê zimanê Kurdî hîna jî nebûye zimanê fermî û hê jî zor û zextên li serê berdewam dikin. Tevger diyar dike her çiqas di serdema desthilata AK partiye de hin gavên erênî hatibin avêtin jî polîtîkaya pişaftin û înkarê berdewam e. Ew dixwazin vê hişmendiyê serdanpê bigûherînin.
Endama HEZKURD'ê Ferîde Ulaş jî dibêje,
"Em hez dikin zimanê Kurdî nas bikin. Zimanê Kurdî zimanê bav û kale me ye. Zimanê Kurdî zimanê me ye, em hez dikin bibe fermî."
Endama Hereketa Zimanê Kurdî, Gulêcan Ronahî behsa xwestek û xebatan dike û dibêje:
"Zimanê Kurdî ne zimanekî nenas e, em dixwazin, bê nasîn û were pejirandin li ger derî em pê biaxivîn û bibe zimanekî fermî. Em wê dixwazin û gihîştin hev û me komele damezrand û dest bi xebatên xwe bikin."
Rêvebrên Tevgera Zimanê Zimanê Kurdî dibêjin; "Komara Tirkiyeyê li ser du esasen bingehîn hatiye damezrandin: Kurd û Tirkan. Ew dixwazin wek wê xala zagona bingehîn mafên Kurdan yên wekheviyê bên nasîn û di yaseyan de ev yek bên karîgerkirin. Ji bo vê jî ew ê serdana Ak Partiyê, CHPê, HDPê û MHPê bixwe jî bikin ji bo ku encamekê bi dest bixin. Herwiha heta mafên demoktratîk û hiqûqî bi dest bixin wê tevger têkoşîna xwe ya bo zimanê Kurdî berdewam bike.