Efrîn.. Çekdaran 12 kes ji gundekî revandin

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hejmarek kes ji du gundên Efrînê revandin. Di nava wan de 2 jin jî hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hejmarek kes ji du gundên Efrînê revandin. Di nava wan de 2 jin jî hene.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa Polîsa Leşkerî duhî 25ê Cotmehê bi ser gundê Kefirsefrê yê navçeya Cindirêsê de girt û 10 xort û 2 jin revandin.

Wî jêderî da zanîn, navên hin kesên revandî hatin piştrastkirin ku wiha ne: Mustefa Mihemed Xilo, Egîd Mustefa Xilo, Şiyar Ebdilrehman Xilo, Ebdo Bedrî Exres, Hesen Eyûb Ebdo (astengdar e) Mustefa Nûrî Nebatî, Fatime Subhî Nebatî, Almas Tomî û Riyad Diqo Murad.

Li Efrînê ku niha werzê çinîna zeytûnan e, grûpên çekdar ji bo ku destê xwe deynin ser berhemên wan û pereyan ji cotkaran bistînin, zoreke mezin li gundiyan dikin.