Hevpeymaniya Navdewletî xalên rêjîmê li Dêrazorê bombebaran kirin
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê xalên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li ber çemê Firatê bombebaran dike.
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê xalên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li ber çemê Firatê bombebaran dike.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hêzên rêjîma Sûriyê duhî xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundê Teyane yê Dêrazorê bi çend guleyên Hawinê arman kiribûn. Bêyî ku encamê êrîşê bêne zanîn.
Rewangehê diyar kir, wek bersiv ji wê êrîşa hêzên rêjîma Sûriyê re, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî xalên artêşa Sûriyê li gundê Qoriyê li ber çemê firatê bombebaran kirin.
Heta niha Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê derbarê wê êrîşê de ti daxuyanî nedane.
Roja 18ê Cotmehê jî hêzên rêjîma Sûriyê êrîşî xalên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî li kêlgeha Konîko ya gazê li parêzgeha Dêrazorê kiribû.