Îsraîl: Li dijî Îran û Erdogan bereyek pêk tê
Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Eli Cohen ragihand; niha li herêmê bereyek ji welatên Misir, Sûdan, Behreyn û Îmaratê ji bo rûbirûbûna Îran û Serokê Tirkiyê çêdibe.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê Eli Cohen ragihand; niha li herêmê di encama bihêzbûna Îsraîlê û rijdbûna Amerîkayê de, bereyek ji welatên Misir, Sûdan, Behreyn û Îmaratê ji bo rûbirûbûna Îran û Serokê Tirkiyê çêdibe.
Eli Cohen di hevdîtineke ligel Kanala 20 a Îsraîlê de diyar kir: “Îsraîl ligel hejmarek welat û daxwazkerên asayîkirina peywendiyên ligel Îsraîlê di têkiliyê de ye, ev jî piştî derketina encamên hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê dê encamên wê derkevin holê.”
Cohen eşkere kir: “Îsraîl hewl dide peywendiyên xwe yên ligel welatên Erebistana Siûdî, Umman, Qeter, Nîjerya û Mexrîbê (Fas) asayî bike.”
Wezîrê Îstixbaratê yê Îsraîlê destnîşan kir: “Niha herêm di guhertineke mezin a dîrokî re derbas dibe. Di encama hêza aborî û serbazî ya Îsraîlê û bi rijdbûna Amerîkayê de, îhtimaleke mezin heye bereyeke bihêz ji welatên Misir, Sûdan, Behreyn û Îmaratê li hember Îran û Erdogan pêk bînin.”