Sibe madeya 140 a destûra Iraqê dê were gotûbêjkirin
Madeya 140 a destûra Iraqê, mijara diyarkirina çarenûsa Kerkûk û deverên cihê nakokiyê li xwe digre.

Hewlêr (K24) – Lijneya Hemwarkirina Destûra Iraqê dê sibe civîna xwe ya dawî pêk bîne û mijara madeya 140 a destûra Iraqê gotûbêj bike.
Îro sêşemê 27ê Cotmeha 2020an, Parlemetoya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir; sibe çarşemê Lijneya Hemwarkirina Destûra Iraqê dê civîna xwe ya dawî pêk bîne, da ku madeya 140 gotûbêj bike.
Li gor daxuyaniyê, civîn sibe di demjimêr 10:00ê de li hola taybet a ofîsa Serokê Parlementoya Iraqê ya li bajarê Bexdayê dê were encamdan.
Madeya 140 a destûra Iraqê, mijara diyarkirina çarenûsa Kerkûk û deverên cihê nakokiyê yên li nav sînorên parêzgehên Diyale, Neynewa, Selahedîn li xwe digre. Li gor madeyê, ev mijar bi sê qonaxan tê çareserkirin.
Di qonaxa yekem de rewşa parêzgehê were asayîkirin. Di qonaxa duyem de serjimêriya giştî were encamdan û di qonaxa sêyem de divê rapirsî ji bo diyarkirina çarenûsê were encamdan.
Li gor madeya 140, heta 31ê Kanûna 2007an, ango du sal piştî pesendkirina destûrê, ev made were cîbicîkirin. Lê belê di wê demê de nehat cîbicîkirin û UNAMI heta şeş mehên din dem dirêj kir, di wê dema dirêjkirî de jî nehat cîbicîkirin, pişte UNAMI êdî ti dem diyar nekir.