Fransa rêxistina îslamî ya Baraka City hildiweşîne
Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin ragihand; wezareta wî biryar daye ku rêxistina îslamî ya bi navê “Baraka City” hilweşîne.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin ragihand; wezareta wî biryar daye ku rêxistina îslamî ya bi navê “Baraka City” hilweşîne.
Gerald Darmanin diyar dike; ji ber ku Baraka City misilmanan bo tundiyê han dide û peywendiya wê bizaveke îslamî ya radîkal re jî hebûye û her duyan amadekariya çalakiyên terorîstî dikirin.
Çend roj berê Serokê Baraka City Îdrîs Sîhamedî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Fransayê ve, bi tohmeta ku rojnamevanekî berê yê kovara fransî ya Charlie Hebdo tehdîd kiriye, hatibû girtin.
Îdrîs Sîhamedî îro bang li Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir ku mafê penaberiyê bide wî û hevalên wî, ji ber ku êdî li Fransa ewlehiya wan nemaye.