Li nêzîk dêreke Fransayê jinek hat serjêkirin

Li nêzîk Dêra Notre-Dame a li bajarê Nîs “Nice” yê Fransayê kesekî bi kêrê êrîşî çend kesên din kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin û jinek jî hat serjêkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîk Dêra Notre-Dame a li bajarê Nîs “Nice” yê Fransayê kesekî bi kêrê êrîşî çend kesên din kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin û jinek jî hat serjêkirin.

Şaredarê Nîsê Christian Estrosi diyar kir ku êrîşa îro li Dêra Notre-Dame a bajarê Nîsê bi kêrê hatiye kirin.

Şaredarê Nîsê da zanîn, dema êrîşker êrîşî xelkê dikir û hatiye desteserkirin bang dikir: “Allahû Ekber”.

Siyasetmedara Fransayî ya rastgir Marîne Le Pen li Parlamenê li Parîsê ji rojnamevanan re got ku di dema êrîşê de “serjêkirin” pêk hatiye.

Medyaya Fransî ji jêderên polîsa bajarê Nîsê belav kirdi êrîşê de 3 kes hatine kuştin, ji wan jinek serê wê hatiye birîn û çend kesên din jî birîndar bûne.

Êrîşkar piştî ku bi guleyên polîsan birîndar bû hatiye girtin û ji bo nexweşxaneyê hat rakirin.

Ev êrîş piştî wê yekê tê, berî çend rojan mamosteyekî Fransî ku karîkatorên pêxemberê îslamê di dersê de nîşan dabû, piştre jî ew mamoste ji aliyê kesekî ve hat serjêkirin.