Helbestvan û nivîskar Sedullah Peroş koça dawî kir
Sedullah Peroş îro ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.

Hewlêr (K24) – Helbestvan û nivîskarê navdar ê Kurdistanê Sedullah Peroş îro ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) koça dawî kir.
Sedullah Seîd Mam Şêx ku bi navê Sedullah Peroş tê nasîn, di sala 1950 de ku bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye û di sala 1973an de weke rojnamevan di rojnameya Birayetî de xebitî.
Piştre di sala 1974an de peywendî bi Şoreşa Îlonê kir û demek weke Serokê Liqa Hewlêrê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd hat hilbijartin.
Sedullah Peroş di sala 2001ê de, bû Rêveberê Radyoya Dengê Kurdistanê û piştre weke şêwirmend li Wezareta Rewşenbîrî xebitî.
6 berhemên wî yên helbest ên bi Kurdî û Erebî hatine belavkirin.