Imran Xan: Jiyana misilmanan li Fransayê gelek dijwar bûye

Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan ragihand; divê rêber û serokên welatên misilmanan, bi hev re ji bo rûbirûbûna pêla rik û bizdandina li hember misilmanan bixebitin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan ragihand; divê rêber û serokên welatên misilmanan, bi hev re ji bo rûbirûbûna pêla rik û bizdandina li hember misilmanan bixebitin.

Imran Xan welatên rojavayê cîhanê bi giştî û welatên Ewropayê bi wê yekê tohmetbar kir ku cudakariya ol û regezî li dijî misilmanan dikin û nahêlin jinên misilman cilûbergên xweparastinê li xwe bikin.

Berî niha jî Serokwezîrê Pakistanê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi wê yekê tohmetbar kiribû ku dijayetiya Îslamê dike û ragihandibû; daxuyaniyên Macron û bûyerên bêrêzîkirina li Qur'ana Pîroz karvedanên hilkişîna belavbûna Îslamê ne li welatên Ewropayê.

Imran Xan diyar kiriye ku jiyana misilmanan li Fransayê gelek zehmet û dijwar bûye û divê welatên rojava hestyariya bawermendan li ber çavan bigre.