Trump: Divê êrîşên tundrew demildest werin rawestandin
Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku dilê wan ligel Fransayê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku dilê wan ligel Fransayê ye û divê demildest êrîşên tundrew werin rawestandin.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Dilê me ligel Fransayê ye. Divê demildest êrîşên terorê yên îslamgerên tundrew werin rawestandin.”
Trump herwiha Fransa weke hevpeymana herî kevn a Amerîkayê wesif kir û da zanîn ku ne Fransa ne jî welatekî din nikare beramber wan êrîşan bêdeng be.
Duh li bajarê Nice yê Fransayê êrîşî dêrekê hatkirin û di encama wê êrîşê de 3 kes hatibûn kuştin.