Macron: Êrişên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê NATO matmayî hişt
Macron: Tirkiye siyaseta împeretoriyê li navçeyê bikartîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dibêje, "Tirkiye siyaseta împeretoriyê li navçeyê bikartîn. Divê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan derheqê Fransa û Yekitiya Ewropa de dest ji sivikatî û derewan berde."
Her wiha Macron dibêje, "Erdogan siyaseteke şerxwaz li hember hevpeymaniyên xwe yên di NATO'yê de girtiye ber."
Macron êrişên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê wekî "dagirkerî" bi nav dike û dibêje, "Hevpeymanên Tirkiyeyê yên di NATO'yê li beranber van êrişên li Sûriye matmayî bûn."
Macron dibêje, "Armanca min û welatê me ew e ku divê ev kêşe nemînin. Lêbelê divê Receb Tayyîb Erdogan rêzê li Yekitiya Ewropa û Fransa bigre. Dest ji derew û sivikatiyê berde."