Hejmara qurbaniyên erdheja Izmirê gihîşt 58 kesan
Di erdeheja Îzmîrê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihişt 58 kesan. Çend welatiyên kurd jî di nava qurbaniyên erdhejê de jî hene.
Diyarbekir (K24) – Di erdeheja Îzmîrê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane gihişt 58 kesan. Çend welatiyên kurd jî di nava qurbaniyên erdhejê de jî hene.
Saziya Hawarçûna Lezgîn ya Tirkiye AFAD da xuyakirin, 20 avahî rûxiyane, heta niha 58 kesan canê xwe ji dest dan û 930 welatî birîndar bûne ku dermankirina 218 kesan di nexweşxaneyan de berdewam e.
Peyamêrê K24ê Azad Altun li Izmîrê li cihê avahiyên rûxyayî da zanîn, di avahiyeke hilweşyayî de parêzerê kurd Murad Duman canê xwe ji dest daye û xebatên lêgerînê di bin avahiyên hilweşyayî de berdewam in.
Serokê Komeleya Rojhilatê Bakur û endamê Jûra Bazirganiya bajarê Izmîrê Aladîn Ozdemîr ku hevalekî parêzer Murad Duman jî ji K24ê re ragihand, xebatên lêgerîna li terman berdewam e. kurê Murad Duman, Ozgur jî di bin avahiya hilweşyayî de ye. Zaveyê wî Qadîr jî hat rizgarkirin û niha li nexweşxaneyê birînên wî tên dermankirin.
Beriya du rojan zincîreyeke erdhêjê bajarê Izmirê hejand. Her çend saziya hawarçûna Lezgîn û Karesatê ya Tirkiyeyê AFAD pileya erdheje wek 6.6 ragihandiye ye jî, Zanîngeha Bogazîçî wek 6.9, Dezgeha Amerîkî jî bi pileya 7 ragihandibû.