Di dîroka Amerîkayê de tenê kesek bûye serokê serbixwe
Zêdetirî 230 sal in serokên Amerîkayê hene, lê tenê kesek bûye serokê serbixwe.
Hewlêr (K24) – Zêdetirî 230 sal in serokên Amerîkayê hene, lê tenê yekem Serokê Amerîkayê George Washington serbixwe bûye, serokên din hemû ser bi partiyan bûne û piraniya wan jî ser bi Komariyan an Demokratan bûne.
Tevî wê yekê jî hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bi namzetên navdar ên weke Donald Trump û Joe Biden sînordar nîne, çend namzetên din jî di vê hilbijartinê de rikeberiyê dikin.
Her çiqas ew namzetên nediyar in jî, lê dibe ku rola wan hebe di mijûlkirina dengderan de, di encamê de jî bandora wan li ser bextê yek ji wan du nameztên pêşeng de hebe.
Howie Hawkins, yek ji damezrînerên Partiya Kesk a Amerîkayê ye û endamê Yekîtiya Sendîkaya Bazirganî û Çalakvanên Warê Jîngehê ye li New Yorkê. Di 24 boneyan de xwe ji bo postekê namzet kriiye, lê hewldanên wî heta niha neçûye serî.
Hawkins 68 salî ye û bi giştî li dijî Komarî û Demokratan e û tekezî li avakirina tevgereke siyasî û civakî ya zindî û çîna karkeran û sermayedaran dike.
Gloria La Riva, çalakvaneke sosyalîst û namzeta hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya ser bi Partiya Sosyalîst û Rizgariyan e. La Riva daxwaza aştî û azadiyê dike û îsal 10emîn car e ku xwe ji bo Serok an Cîgera Serok namzet dike.
Brian T. Carroll, mamosteyekî Amerîkî ye û namzetê Serokatiya Amerîkayê ye. Alîgirê îdeolojiya demokrat a Mesîhî ye. Di 5ê Nîsanê de piştî ji partiya xwe hat dûrxistin, namzetbûna xwe ragihand.
Jo Jorgensen siyasetmedar û çalakvana Partiya Azadî, di 1ê Gulana 1957an de jidayîk bûye. Jorgensen profesora birêvebirina bazirganî ye.