Hilbijartinên Amerîka.. Ti namzetekî yekalî nekiriye
Cudakirina dengên hilbijartinên Amerîka berdewam e. Li gor encamên destpêkê Donald Trump û Joe Biden ji hev nêzîk in.
Navenda Nûçeyan (K24) – Cudakirina dengên hilbijartinên Amerîka berdewam e. Li gor encamên destpêkê Donald Trump û Joe Biden ji hev nêzîk in.
Duhî proseya dengdana rasterast a hilbijartinên Amerîka birêve çû û dengdar çû ser sindoqan. Pêştir jî dora 100 milyon kesan dengê xwe bi riya eliktironî dabûn.
Li gor dawî encamên destpêkê, dengên her du namezetan, namzetê Demokratan Joe Biden û namzetê Komariyan Donald Trump ji hev nêzîk in.
Di wê derbarê de Wezareta Ewlehiya Navxwe ya Amerîka ragihand, hilbijartin bi awayekî asayî birêve çû û ti nîşan li ser sextekariyê nîn in.
Diyar kir jî, heta niha ti nîşan li ser sekeftina ti namzetekî nehatine xuyakirin.
12 dewletên Amerîkî rola wan a girîng di diyarkirina çarenivîsa hilbijartinên seroktîyê de dilîzin, ka kî dê ji bo 4 salan bibe serokê bê. Li wan wîlayetan 270 deng hene.