Demokratan amadehiya xwe bo şerê yasayî ya Trump nîşan dan

Tîma yasayî ya Joe Biden ku namzedê Demokratan ê ji bo serokatiya Amerîkayê ye, amade ye li Dadgeha Bilind rûbirûyê Trump bibe, eger rêgiriyê li ber jimartina dengan bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma yasayî ya Joe Biden ku namzedê Demokratan ê ji bo serokatiya Amerîkayê ye, amade ye li Dadgeha Bilind rûbirûyê Trump bibe, eger rêgiriyê li ber jimartina dengan bike.

Di daxuyaniyeke bilez de, tîma hilbijartinê ya Joe Biden bersiv da tometên Serokê Amerîka Donald Trump. Trump berî niha got: Ji bo pêşî li sextekariyê bigirin, em ê biçin Dadgeha Bilind.”

Di daxuyaniya tîma Biden de hat gotin, "Eger Serokomar gefa xwe dewam bike û ji bo pêşî li jimartina hemû dengan bigire biçe dadgehê. Tîmeke me ya yasayî heye û amade ye ji bo pêşî li vê pêngavê bigire. Bêguman ewê pêşî li vê yekê jî bigire."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hewldanên Trump ên ji bo rawestandina jimartina dengan, pêştir di dîroka Amerîkayê de nebûye û cihê şermezariyê ye."