CNK bang li PKKê dike ku bi berpirsyarî tevbigere

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) li ser destêwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê, ji bo raya giştî ya Kurdistanê peyamek belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) li ser destêwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê, ji bo raya giştî ya Kurdistanê peyamek belav kir.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK)  di peyama xwe de diyar dike: “PKK demeke dirêj e destêwerdanê di karûbarên Herêma Kurdistanê de dike, yasa û destûr û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê nas nake û bûye sedema valabûn û wêranbûna bi sedan gundên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kudistanê.”

Herwiha destnîşan dike: “Weke Ciwanên Netewî yên Kurdistanê, em careke din bang li PKKê û hemû rêxistinên wê dikin ku rêzê li îrade û yasayên Herêma Kurdistanê bigire û bi berpirsiyarî tevbigere. Lewre destkeftên îro li Herêma Kurdistanê hene encama fedekarî û qehremaniya bi salan a kurdan pêk hatiye”

Peyama Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) wiha ye:

Kurdistaniyên ezîz! Rojhilata Navîn û seranserî cîhan di rewşeke aloz re derbas dibe û ew rewşa aloz tesîrê li her çar parçeyên Kurdistanê dike. Niha ji her demekê zêdetir divê her ferdekî kurd û Kurdistanî aliyên siyasî yên kurd û Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanî bi berpirsiyarî tevbigerin û hewl bidin alozî û qeyranên li nava Kurdistanê kêm bikin.

Di demeke wiha hestiyar de statuyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê werin parastin û piştevanî li danûstendinê niştimanî yên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bê kirin. Lêbelê cihê daxê ye PKK demeke dirêje destêwerdanê di karûbarên Herêma Kurdistanê de dike, yasa û destûr û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê nas nake û bûye sedema valabûn û wêranbûna bi sedan gundên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kudistanê.

Herwiha PKK û rêxistinên wê yên serbazî yên li Şingalê demek nêzîk de nerazîbûna xwe derbarê rêkeftina Şingalê ya Bexdayê û Hewlêrê de derbirîn û îddîa dikin ku ew wê rêkeftinê nas nakin. Divê serkirdayetiya PKKê, fam bike ku hêza meşrû ya siyasî li Herêma Kurdistanê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên wê ne û hêza serbazî jî hêzên yên ser bi Wezareta Navxwe û Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ne. Bi ti awayî nayê qebûlkirin PKK xwe bi ser Herêma Kurdistanê û xaka wê de bisepîne.

Li aliyê din medyaya PKKê û bangeşeya şerê “birkujiyê” dike. Di vê derbarê de weke Serok Barzanî jî gotiye, “Nabê helwesta heramkirina şerê kurd û kurd bi wê yekê bê şîrovekirin ku aramî û asayîşa bajar û bajarok û gundên Herêma Kurdisanê bêne têkdan û welatî bêne neçarkirin ku mal û warên xwe bi cîh bihêlin û bibin qurbanî û bi neheq bêne şehîdkirin û kes jî deng neke.”

Cihê şermezariyê ye di nava van hemû aloziyan de ew hizbên li ser navê Kurdistanîbûnê li Bakurê Kurdistanê dikin jî pişta xwe bi agirên bangeşeya PKKê germ dikin û bêdeng in û bûne beşek ji siyaseta PKKê ya nerewa li Herêma Kurdistanê.

Weke Ciwanên Netewî yên Kurdistanê, em careke din bang li PKKê û hemû rêxistinên wê dikin ku rêzê li îrade û yasayên Herêma Kurdistanê bigire û bi berpirsiyarî tevbigere. Lewre destkeftên îro li Herêma Kurdistanê hene encama fedekarî û qehremaniya bi salan a kurdan pêk hatiye û destêwerdan û têkdana ti hêzekê li Herêma Kurdistanê wê neye qebûlkirin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê /CNK

Fly Erbil Advertisment