Medyaya Amerîka: Joe Biden bû Serokê Amerîka
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Amerîkayê ragihand, Joe Biden di hilbijartina Amerîka de bi ser ket û bû 46emîn Serokê Amerîkayê.
Hat ragihandin, piştî ku Joe Bidin dengên nûnerê wîlayeta Pensilvanya bidest xist, hejmara dengên wî bi 284 deng. Li hemberê hejmara dengên Trump bû 214.
Bi vî rengî namzetê Demokratan Joe Bîden bû Serokê Amerîka yê 46emîn û dawî li desthilata Donald Trump anî.
Joe Biden di twîtekê de ragihand, “Rûmetek e ji min re ku we ez ji bo rêvebirina welatê me ya mezin hilbijartim”
Her wiha got: “Erkê li pêşiya me zehmet e, lê ez soz didim ku ez ê bibim serokê hemû Amerîkiyan.”
Ji aliyê xwe ve, Seroka Encûmena Nûneran Nancy Pelosî diyar kir, hilbijartina Joe Biden, berbanga rojeke nû ya hêviyê li Amerîkayê ye.
Li aliyê din, Donald Trump got ku dê roja Duşemê li dadgehê giliyê li hejmartina dengan û encamên hilbijartinê tomar bike.