Efrîn.. Grûpên çekdaran baca zeytê li gundiyan ferz dike

Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re Efrînê dagîr kirine, ji bilî dizî û talana mal û milkên Efrînê, baca zeytê li gundiyan disepîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, ji bilî dizî û talana mal û milkên Efrînê, baca zeytê li gundiyan disepîne.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa El Mecid baca 365 teneke zeyt li 3 gundên navçeya Raco sepand.

Li gor zanayriyên wê rêxistinê, çekdaran daxwaza 190 teneke zeyt ji gundê Kêla, 125 teneke zeyt (teneke 16 kîlo zeyt e) li gundê Çobana û 50 teneke zeyt li gundê Zerka sepandine.

Li Efrînê ku niha werzê çinîna zeytûnan e, çekdaran ne tenê baca zeytê li wan her sê gundan ferz kiriye. Li gor zanyariyên K24ê, grûpên çekdaran baca zeytê li hemû gundên Efrînê fer kiriye. Ji bilî ferzkirina bacê jî, dest danîne ser bi sedhezaran darên zeytûnan ên koçberên Efrînê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê berî denekê di raportekê de belav kir, Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, grûpên çekdar bi arasteya rasterast ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û bi armanca têkbirina aboriya kurdên Efrînê, dest bi têkdana jêrxaneya aborî, bazirganî, pîşesazî û çandiniyê ya herêma Efrînê kirine.

Diyar kir jî, Ji Adara 2018an û heta 30î Tebaxa 2020an ve, bi hinceta avakirina xalên leşkerî, vekirina riyan, avakirina komlegehên nişticihbûnê, grûpên çekdaran zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne û zêdetir ji 700 hezar darên hiracî birîne û şewitandine.

  

Fly Erbil Advertisment